Beşar Esed Fermana Lêbihorîna Giştî Derkir
Li gor nûçeyeke ajansa nûçeya Sana, ajansa fermîya nûçeyan a hikûmeta Surîyeyê, Beşar Esed duh di biryareke fermî de ragihandiye, ku hemû ew kesên ku heta roja sêşembîyê 16 Aprîl tawan encam dane, ber biryara lêbihorîna giştî dikevin.
Ajansa Sana ragihandiye, ku ev bexşîn û biryara lêbihorîna giştî bi boneya cejna neteweyîya ´´Celai´´ cejna roja derçûna dawî serbazê Fransa ji Surîyeyê hatiye derkirin.
Li gor evê fermana Beşar Esed, sizayê zîndana heta hetayî û sêdaredan bo 20 sal hatiye kêmkirin. Di biregeyeke din a biryara lêbihorîna giştî ya li Surîyê de hatiye ku serbazên revîyayî ku li navxweyê Surîyê d ene heger di maweya 30 rojan de xwe radestî hikûmetê bikin, dê bihên bexşîn.
Herwisa li gor evê biryarê, ew serbazên ku li derveyî surîyê ne, muhleteke 90 rojî ji wan re hatiye dayîn da ku vegerin Surîyeyê. Derbarê ewan kesan de ku tevlî rêzên komên çekdar bûne jî hatiye gotin ku dê yek li ser care ¼ sizayê wan bihê bexşîn.
