• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tehran, Baydemîr Bû Hevserokê UCLG-MEWA’yê

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
Tehran, Baydemîr Bû Hevserokê UCLG-MEWA’yê
Piştî ku qedexeya derkevtina derveyî welat ji ser Şaredarê Bajarê Mezinê Amedê Osman Baydemîr rabû, piştî 3 sal û 4 mehan çû paytexta Îranê Tehranê û li wir dîsa wek Hevserokê Rêxistina Bajarên Hevgirtî û Hikûmetên Herêmî yên Rojavayê Asya û Rojhilata Navîn (ULCG-MEWA) hate hilbijartin.


Li paytexta Îran Tehranê Kongreya, civîna Desteya Rêveber, Konse û Encûmena Giştî ya rêkxistina UCLG-MEWA hate lidarxistin. Civîn bi malovaniya Şaredariya Tehranê bi beşdariya şaredariyên 15 welatan pêk hat. Ji Tirkiyeyê şaredariyên bajarê mezin ên Stenbol, Îzmîr, Konya, şaredariyên Erzingan, Kirşehîr, Antakya, Colemêrg û Nisêbînê yên endam beşdar bûn.

Ligel Kongreya UCLG-MEWA’yê, du komxebatên “Enerjiya Bajarî ya Domander” û “Li Ber Krîzan Xurtkirina Jiyana Bajarî” hatin lidarxistin û şaredariyan ezmûnên xwe parve kirin û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin.

Bi civînan re desteya rêveber a UCLEG-MEWA’yê dîsa xuya bû. Di kongreyê de şaredariyên endam Osman Baydemîr dîsa weke Hevserokê UCLG-MEWA’yê hate hilbijartin. Ji bo hevserokên din jî yekitiya Şaredariyên Îzmir, Konya û Gazzeyê û şaredariyên Bexda û Tehranê hatin hilbijartin.

Yekitiya Şaredariyên Amed, Istanbul, Îzmir, Konya, Dêrsîm, Çankaya, Tehran, Bexdad, Gazzeyê bo endamtiya Konseya Cîhanîya Rêxistina Bajarên Hevgirtî û Hikûmetên Herêmî yên Rojavayê Asya û Rojhilata Navîn (ULCG-MEWA hatin hilbijartin.

Baydemîr di Kongreya UCLG-MEWA’yê de bi gelek şaredaran re hevdîtin pêk anî.
Top