• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Martin Kubler Civiyan

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Martin Kubler Civiyan
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nunerê taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê Martin Kubler re civiya.

Di hevdîtineke de rewş û pêşhatin siyasî yên li Îraqê, peyvendî û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, qirîza heyî ya li Îraqê pêdeviya xwe bi çareseriyeke nîştimanî heye lewre dibe tevahiya aliyên siyasî yên Îraqê bi rêya diyalog û danûstandinê hewl bidin daku, çareseriyeke mayende û rizgar kirina prosesa siyasî ya Îraqê ji qirîza heyî bibînin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê weke hertim amadeye ku, tevahiya kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bike lewre Hikûmeta Kurdistanê amadeye beşdariya her civîn anjî komcivînekî bike ku, bi vê armancê were sazkirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bi ti awayî ti derfeteke diyalog û danûstandinê red nekiriye û dibe tevahiya alî û pêkhateyên Îraqê di çareser kirina kêşeyên heyî de beşdar bin û tevahiya alî û pêkhateyên han jî xwe di nava mekanîza desthilat û biryar dayînê de bibînin.

Li hember de jî Martin Kubler spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kir û helwestên Hikûmeta Kurdistanê têgehêştin û helwesta Hikûmeta Kudistanê ji kêşeyên Îraqê bi têgehêştin û helwesteke erênî wesif kir û ragihand ku, NY bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê vê tevahiya hewldanên xwe bitevger bike.

Rewşa Sûriyayê û peyvendiyên Hikûmeta Kurdistanê yên bi welatên Cîran re mijareke din ya vê hevdîtina han bûn û her du alî jî di vê derbarê de nêrîn û ramanên xwe anîn ziman.
Top