“Bi bê Esed Sûriyê li ser nexşeyê namîne”
Feysel Miqdad di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Gardiyan a Birîtanî ragihand: Serokê Sûriyê Beşar Esed naçe û eger biçe sûriyê jî namîne … wê ji nexşeyê derkeve ger Esed biçe bi bê ku em li ser planekî siyasî di navbera xwe bi xwe weke Sûrî li hev bikine.
Libarê bikaranîna çekên kîmyawî jî cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê ragihand ku hikûmeta welatê wî tu gomanên xwe tune ne ku grûpên serhildêr ew çek li Xan Esel li nêzîkî Helebê bikar anîbin. Her weha Miqdad cext kir ku ew razî ne ku tîma Neteweyên Yekbuyî bo vekolînê bike.
Miqdad ev yek jî aşkira kir û got: Birîtanya û Fransa yê bi rasterast ya ne rasterast piştgîrî didan Qaîdê lê belê dema ku ji Ewrûpayê xelkê wan hatin Sûriyê û li kêleka Qaîdê şer kirin xwestin w li sûriyê bimrin, lê dema dîtin hin ji wan vedigerin welatê xwe li Ewrûpayê nêrîna xwe guhertin.
Xendan
