• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şanda BDP'ê ber bi Qendîlê ve bi rê ket

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
Şanda BDP'ê ber bi Qendîlê ve bi rê ket
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, wekîla serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder ji bo nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihînin muxataban, ber bi Qendîlê ve bi rê ketin.

Heyata BDP'ê ya ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, wekîla serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk tê ji bo ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku ji rêveberiya KCK'ê re nivîsandî bigihînin Qendîlê, duh Kişanak û Buldan bi balefire û Onder jî bi riya bejayî derbasî Herêma Kurdisanê bûn. Heyeta BDP'ê şevê din li Hewlêr bûn û serê sibê ji bo nameyê bigihijînin rêveberiya KCK'ê ber bi Qendîlê ve derketin ser rê.

Kişanak berî rê bikevin diyar kir ku tu agahiya wan ji naveroka nameyê tuneye. Piştî pirsa têkildarî paşvekişandinê hate kirin Kişanak, bersiva piştî ji Qendîlê vegeriyan dikarin bersiva vê pirsê bidin da. Kişanak bersiva pirsa, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hepsa malê yan jî avahiyekî din li Îmraliyê tê çêkirin jî wiha da; agahiyekî wisa negihiştiye berdestê wan.

Rudaw
Top