• Tuesday, 10 February 2026
logo

1200 çekdarên Hîzbûllah çûne hawara Esed

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
1200 çekdarên Hîzbûllah çûne hawara Esed
Rojnameya bi navê "El Watan" a ku li Erebistana Siûdî weşanê dike, ragihandiye ku 1200 çekdarên rêxistina Hîzbullah ji bo ku piştgiriyê bidine Beşşar Esed derbasa Suriyê bûne.

Li gorî nûçeya ku di rojnameya Erebistana Siûdî "El Watan" de hatiye weşandin, rêxistina Hîzbûllah a li Libnanê, 1200 çekdarên rexistinê, bona ku ligel hêzên Beşşar Esed li dijî hêzên mixalifan şer bikin ji Libnanê şandine Suriyê. 1200 çekdar hefta borî gihaştine Keştîgeha Tartusê.

Di berdewamiya nûçeya rojnameya El Watanê de tê diyar kirin ku, di mehên dawiyê de ji Iraqê jî bi hezaran Şiî, bona ku ligel leşkerên Esed şer bikin berê xwe dane Suriyê.

Rojname dinivîse ku, di nav 2 salên şerê li Suriyê de, heta niha hêzên mixalifan zêdetirî 40 militanên rêxistina Hzbûllah kuştine.

Avestakurd
Top