Li Iraqê 21 kes hatin darvekirin
Li gor çavkaniyên wezareta dadê ya Iraqê, ji ber sûcên wekî; ‘Teror, hewldanên revandina mirovan, sûîqest û êrişên bombeyî’ cezayê darvekirinê yê li 21 kesan hatî birîn hat cîbicîkirin.
Li gor nûçeya televizyona El-Iraqiye, piştî cezayê darvekirinê li wan kesan hat birîn duh cezayê wan hat cîbicîkirin.
Bi darvekirina 21 kesên duh, hêjmara kesên sala 2013an li Iraqê hatine darvekirin gihişt 50an.
Rêxistina Mafê Mirov di rapora xwe ya sala 2012an de diyar kiribû Iraq yek ji wan welatane ku herî zêde rêjeya darvekirinê zêde bûye. Li gor wê raporê sala borî 129 kes hatine darvekirin.
Ji sala 2005an ve serokê berê yê Iraqê Seddam Hûsên jî di nav de, zêdetirî 447 kes hatine darvekirin.
Rudaw
