• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî Tevahiya Daxwazên Kurd Cîhbicîh Nake

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Malikî Tevahiya Daxwazên Kurd Cîhbicîh Nake
Piştî serdana heyeta Kurdistanî bo Bexdayê û danûstanên vî yên bi Rayedarên Îraqê re, hin kanalên ragihandinê li ser navê Peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî eşkere kirin ku, Nûrî Malikî soz daye ku, tevahiya daxwazên Kurd cîhbicîh bike.

Di vê derbarê de evro Peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teyib ragihand ku, min bi ti awayî negotiye ku, Malikî soz daye daku, tevahiya daxwazên Kurd cîhbicîh bike.

Çavkanî eşkere kir ku, hevdîtinên me yên li Bexdayê erênî bûne û min behsa erênî bûna wan hevdîtinan kiriye lê min negotiye ku, Malikî soza cîhbicîh kirina tevahiya daxwazên me daye.
Top