Davudoglu: Gotinên Malikî Derbarê Nêzîkbûna Iraq û Tirkiyeyê de Cihê Bawerîyê Nînin
Li gor raporteka rojnameya Hurriyet a Tirkiyeyê, Ehmed Davudoglu wezîrê derveyê Tirkiyeyê ragihandiye, ku pêşwîsye Iraq yekem car bîr li ewê bike ku rejîma xwe pitri demokratîk bikin û keş û hewayek (atmosfêrek) dirust bikin ku hemû neteweyên cuda cuda yên Iraqê pêkve bijîn.
Davudoglu herwisa gotiye:´´gotinên Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê derbarê heza welatê xwe bo xurtkirina peywendîyên xwe li gel Tirkiyeyê ewqas cihê bawerîyê nîne.´´
Hefteya bihorî Malikî piştî çend heyvan êrişkirina ser Enqereyê bi egerê nêzîkbûna hikûmeta Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê, ragihand, ku Bexdad amade ye careke din li Tirkiyeyê nêzîk bibe û peywendîyan asayî bikin.
