• Tuesday, 10 February 2026
logo

Zewîhejeke Bihêz bi Pileya 7.8 Rîşter Îran Hejand

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Zewîhejeke Bihêz bi Pileya 7.8 Rîşter Îran Hejand
Zewîhejeke bihêz îro paşnîvro başûrê rojhilata Îranê hejand û li piranîya nawçeyên rojhilata navîn hest pê hate kirin.


Li gor nûçeyeka lezgîna ajansa Ruyterz (Reuters), îro paş nîvro zewîhejeke gelek bihzê parêzgeha Sîstan û Beloçistan a li başûrê rojhilata Îranê hejandiye ku li piranîya welatên kendav û nawçeyên rojhilata navîn hest pê hatiye kirin.

Li gor nûçeya malpera beşa farsîya BBC jî, Navenda jeolojî û tomara zewîheja Amerîkayê ragihandiye, ku ev zewîhej bi mezinatîya 7.8 pileyên Rîşter bûye, lê navenda jeofîzîka zanîngeha Tehran a Îranê dibêje, ku mezinatîya zewîhejê bi pileya 7.5 Rîşter bûye û di kûrahîya 95 kîlometrîya zewî de çê bûye.

Navbera navenda zewîhejê 81 kîlometr ji bajarê Serawan, 83 kîlometr ji Xaş, 85 kîlometr ji Soran dûr bûye.

Li gor zanyarîyên destpêkê ji ber ku navenda zewîhejê di kûrahîya 95 kîkometrî de bûye, zirarên zêde çê nebûne. Hêşta amarek derbarê kuştîyên îhtîmalî yan jî birîndarên bûyerê nehatiye ragiahndin.

Li welatên erebîyên kendavê û li Pakistanê jî hest bi evê zewîhejê hatiye kirin. Li Îmaratê bi taybetî li bajarên Dubay û Ebûzebî xelk ji avahî û bînayên mezin û bilind derkevtine ser cadeyan û polîs û tîmên hawarhatinê di amadebaşîyê de ne. Herwisa li Pakistanê li bajarên Kuwêyte û Keraçî xewîhej hatiye hestpêkirin. Li gor zanyarîyên BBC, li Pakistanê li deverên sînorîyên nêzîkî Îranê çend kes ji ber bûyerê giyanê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin, ku gundê Goşt li Serawan zêdetirîn zirar ji bûyera zewîheja îro dîtîye.

Ev zewîhej di demekê de ye, ku hefteya bihorî jî zewîhejeke bihêz nawçeyên ser bi parêzgeha Bûşêhr a li başûrê Rojavayê Îranê hejand û bi kêmanî 4o kesan di ewê bûyerê de giyanê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Top