Bi Beşdariya Serokwezîr Kîmiyabarana Balîsan Hate Bîranîn
Di destpêka vê merasima han de Beşdarwan bo rêz girtin ji rihê Şehîdan deqîqeyek rawestiyan û pişt re Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî peyvek pêşkêş kir û bixêr hatina Beşdarwanan kir.
Pişt re Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, em li Devereke têjî ji serwerî û destanên qehremanî 26 saliya kîmiyabaran kirina Balîsan bibîrtênin û got; di Êwara roja 16ê Meha Nîsana 1987de Rejîma Dîktator ya Besê bi awayekî hovane bi çekên kîmiyawî êrîşî Devera Balîsan kir û di encam de hijmareke zêde ji Şîniyên vê Deverê canê xwe ji dest dan.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, Devera Balîsanê çavkaniyeke sereke ya Şoreşa Kurdistanê bûye lewre Hikûmeta Besê bi her awayî hewl bo teqandina çavkaniyên avê, xanî, şewtandina bax û rezên vê Deverê daye.
Çavkanî behsa rola Şîniyên Deverê di nava Şoreşê Eylûl û Gulan û Şoreşa nû ya Gelê Kurd de kir û ev rola han bi roleke girîng û Dîrokî wesif kir û ragihand ku, her çend heta niha xizmeta vê Deverê hatibe kirin lê hîn jî asta xizmetkirinê ne di asteke baş deye lewre Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl bo awedan kirin û nujen kirina Deverê dide û ji bo vê yekê jî Parêzgarê Hewlêrê hatiye erkdarkirin daku, bi awayekî berfire li ser kêşe û kemaniyên heyî yên li Deverê de lêkolîn bike û raportek pêşkêşî Hikûmetê bike daku, Hikûmeta Kurdistanê jî dest bi cîhbicîh kirina kemanî û kemasiyên heyî yên li Deverê de bike.
