• Tuesday, 10 February 2026
logo

Yekemîn Konferansa Kurd Û Kurdistan Di Serdema Osmanî De Hate Saz Kirin

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Yekemîn Konferansa Kurd Û Kurdistan Di Serdema Osmanî De Hate Saz Kirin
Evro li Hewlêrê bi çavdêriya Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi beşdariya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê yekemîn konferansa Kurd û Kurdistan di serdema Osmaniyan de hate lidarxistin.

Di konferansa han de ku, Wezîrê Xwendina bilind yê Hikûmeta Kurdisatanê, hijmareke Berpirsên siyasî û îdarî yên Hikûmeta Kurdistanê û herwiha Serokên Zanîngehên Kurdistanê jî têde beşdarbûn çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin.

Di wan peyv û gotaran de behsa girîngiya organîze kirina vê konferansa han hate kirin û pişt re konferans bi giftûgoyên curbicur dest bi karên xwe kir û tê payîn ku, ev konferansa han du rojan dom bike.
Top