• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê Hêvî Dike Çarşema Sûr Bibe Cejna Serkeftinê

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê Hêvî Dike Çarşema Sûr Bibe Cejna Serkeftinê
Bi minasebeta hatina Cejna Çarşema Sûr û sersala nû ya Kurdên Îzdî Hikûmeta Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Îzdiyên Kurdistan û Cîhanê kir.

Hikûmeta Kurdistanê di vê peyama xwe de bi germî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xweşik û birayên Îzdî li Kurdistanê û seraserê Cîhanê dike û hêvî dike ku, Cejneke têjî ji xêr û xweşî derbas bikin û sala nû bibe sala serkeftin û bidest xistina tevahiya xwezî û mafên reva yên Gelê Kurd.

Cejn û minasebetên netewî, olî û Dîrokî li Kurdistanê de hertim bûne sedema bihzêtir kirina bihevre jiyan û têkeliyên heyî yên di navbera pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê de û hêviya me weke Hikûmeta Kurdistanê ewe ku, sersala nû û Çarşema Sûr bibe handereke din bo bihevre jiyanê û bihêztir kirina rihê biratî û tebayî di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de.
Top