• Tuesday, 10 February 2026
logo

Muslim: Pêvajoyê, hevsengiya li Sûriyê jî guhert

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Muslim: Pêvajoyê, hevsengiya li Sûriyê jî guhert
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim di çavpêkeftinekê li gel rojnamea Radîkalê ragihand ku, piştîdestpêkirina pêvajoya çareseriya aştiyane li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê peywendiyên me bi opozisyona Sûriyê re pêş dikeve.

Salih Muslim got: “Piştî pêvajoya çareseriyê, opozisyona Sûriyê peywendî bi mera kir û xwestin nêzîkî me bibin.”

Salih Muslim diyar kir ku beriya pêvajoya çareseriyê opozisyona Sûriyê nedixwestin em bi wan re tevbigerin. Lewra hebûna me qebûl nedikirin û tiştên ku ji bo xwe dixwestin ji bo me Kurdan nedixwestin.

Muslim teqez kir ku, helwesta koalisyona Sûriyê ya hêzên opozisyonê ya ku ser me tê kirin rola Tirkiyê jî heye. Tirkiyê heya niha her tim tiştekî ku bi kêrî Kurdan hatiye asteng kiriye.

Muslim berdewam kir û got: "Lê niha Tirkiyê bi Kurdên xwe lihev tê. Pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin û bi Abdullah Ocalan re hêvdîtinan pêk tîne. Tirkiyê, berya niha ji bo ku opozisyona Sûriyê tundî li ser Kurdan pêk bîne, ew jî tund li ser mûxalîfan dikir. Êdî ev yek pêk naye, lewra dijber wê bejin tu bi kurdên xwe lihev tê ez çima şer bikim? Ji xwe ji niha ve hêzên opozisyonê li me digerin. Me hin navbeynkaran re hevdîtin pêk anîn."

Salih Muslim cext kir ku, li Sûriyê nêrîna bê Kurd koalisyon kêm e belav dibe. Dema ku tundiya Tirkiyê li ser hêzên opozisyona Sûriyê rabû têkiliya me jî zêdetir bûn.
Top