• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî zîncîre teqînên îro şermezar dike

Gulan Media April 15, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî zîncîre teqînên îro şermezar dike
Bi mixabinî îro dûşem 15/04/2013 zîncîre teqînek li Kerkûk û Bexda û Xurmatû û çend bajar û bajarokên din rû dan, ku bi wê sedemê dehan welatiyên bêgunehê wan bajar û bajarokan bûne qurbanî û zerer û ziyanekî zêde jî bi mulk û malê wan gihand.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî bi tundî van kiryarên tawankarane şermezar dike, heman demî de eve jî bi pêşketineke tirsnak dizane. Ji bo wê yekê pêwîste Hikûmeta Federal û tevahiya dezgehên emniyan bi girîngiyeke mezin ve li ser wan kiryaran rawestin û çareseriyeke bingehîn ji bo wan peyda bikin ku li asta parastina ser û malê welatiyan da bin.

Her bi vê yekê pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê kiryara nemirovanane dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn şehîdan bi bihûşta fireh şad bike û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazîn‌.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15/04/2013
Top