Li Navçeya Kurdan Hezoyê Nefta Herî Berhemdar Hate Dîtin
Hate ragihandin Midûriyeta Herêma Êlihê ya Kompaniya Neftên Tirkiyeyê (TPAO) li Hezoya Êlihê dest bi xebatên lêkolîna neftê kir. Di encama xebatan de 15 kîlometre dûrî navçeyê di bîrekê de nefta herî berhemdar hate dîtin. Neft ji bîree 2 hezar û 950 metre de derket. Li gorî nûçeya rojnameya Starê, tîma lêkolîna neftê di rojên pêş de dê ji herêmê veqete û bîrên neftê dê ji aliyê servîsa kompaniyê ve bê qedandin. Agahiya dîtina neftê herî zêde şêniyên li navçeyê xiste hêcanê.
