Îro zincîreyek teqînên terorîstî li Kerkûkê qewimîn. Li gor jêderekê polîs li Kerkûkê, îro 5 teqîn li dûv hev li bajarê Kerkûkê û derdora wê çê bûn ku li gor pêzanînên jêdereên agahdarên tendirutîya Kerkûkê, di encamê evan teqînan de 44 kes giyanê xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne. Di evê bareyê de jêderekê ji birêveberayetîya polîsê Kerkûkê di bêjedanekê de ji PNA re ragihand:´´ îro danê sibehî, demjimêr 07:45 xûlek teqîna yekem bi rêya otomobîleke bombekirî li taxa Elmas çê bû û bûye sedemê gelek ziyanên giyanî û maddî.´´ Her heman jêderî da xuyakirin:´´ xûlekek piştî teqîna yekem, teqîna duyem li taxa Qesabxane bajar nêzîkî binkeya polîsê Azadî çê bû ku ev jî bi rêya otomobîla bombekirî ve bû ku di encama vê teqînê jî de çend kes bûne qurbanî. Piştre li taxa Pence Elî ya bajar, otomobîla sêyem jî teqîya.´´ Evî jêdeîr herwiha tekez kir:´´ piştî hingê li pîşesazîya Kerkûkê di dema derbasbûna karwaneke hêza pêşmergeya Kurdistanê de, otomobîlrkr bombekirî teqîya û di encam de bûye sedemê birndarbûna 4 pêşmergeyan. Paşan lis er rêya Kerkûk-Hewlêr li nêzîkî bazgeha Pirdê, otomobîla pêncem teqîya ku hîç ziyanek nebû.´´ Her li gor gotina evî jêderî ´´terorîst dixwazin bi evê karî, hevwelatîyên Iraqê bitirsînin d aku berê xwe nedin sindoqên dengdanê ku biryar wiha ye di 20 evê heyvê de bihê encamdan û di heman demê de hêzên ewlehîyên Kerkûkê bernameyeke ewlehîya taybetî bo ragirtina aramîya roja dengdanê hene.´´ Ji alîyekê din ve, jêderekê ji tendirustîya Kerkûkê ragihand, ku ´´heta niha 4 kuştî gihîjtine nivîsîngeha pizîşkîya dadê (qanûnî) ya Kerkûkê û zêdetir ji 40 birîndar jî bi mebesta çareserkirina wan berev nexweşxaneyan hatine şandin.´´ Li gor pêzanînan, bi giştî rewşa tendirustîya birîndaran baş û di cih de ye û xêncî çend birîndaran nebe ku bi dijwarî birîndar bûne, rewşa ewê din başe.