• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şanda BDP Peyameka Giringa Ocalan Aşkira Kir

Gulan Media April 15, 2013 Nûçe
Şanda BDP Peyameka Giringa Ocalan Aşkira Kir
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya îro de diyar kir ku di nav çend rojên bê de dê derheqê pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyên nû bide. Ocalan her wiha spasiya wan kesan kir ku piştgirî didin pêvajoyê.


Piştî ku şanda BDPê ji Îmrali vegeriya, li ber avahiya BDPê li Stenbolê daxuyanî da.

Endama şanda BDPê ku îro bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, Pervîbûn Bûldan destpêkê diyar kir ku hevdîtina wan bi Ocalan re 1.5 saet dom kiriye û ragihand, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji ber ku karê wî hebûye nekariye vê carê bi wan re here Îmraliyê.

Paşê Sirri Sureya Onder peyama Ocalan ji rojnamevanan re xwend.

Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Pêvajo bi hemû hestiyariyên xwe didome. Ez bi awayekî rijd li ser pêvajoya vekişînê dixebitim. Xebata ku me kiriye ezê di nav çend rojan de ji gelê Tirkiyê re parve bikim. Ez ji kesên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê, spas dikim.”

Şanda BDPê ku ji 2 parlamenterên partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureya Onder pêk hatibû, îro danê sibê li girtîgeha Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Top