Civata Hêlbirînerên Kurdistanê Civiya
Di civîna han de çendîn babet û mêjarên taybet bi hêlbirînê û ev kertên ku, li Kurdistanê de hêlbirîn di wan waran de tê kirin hatin nîqaşkirin û çendîn biryar jî di wan waran de hatin girtin.
Her di vê civîna han de behsa çendîn projeyên hêlbirînê û herwiha pêşkêş kirina asankarî bo Hêlbirêneran weke handanek bo baştir kirina kar û çalakiyên wan jî hate kirin.
Di derbarê meseleya tapo kirina projeyan de di civînê de hate gotin ku, dibe komîteyek were damezrandin daku, li gorî hin pîweran wenêrînê ji wan projeyan re bike û pişt re dest bi tapo kirina wan bike û projeyên ku, tên taporkirin tenê projeyên nîştecîhbûnê ne ku, bitenê û bi awayekî rasterast welatî fêde ji wan werdigire û projên din weke projeyên bazirganî nayên tapokirin.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî hate kirin û di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de berdewamin lewre ez bi paşeroja Kurdistanê geşbînim.
Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, cîhbicîh kirina projeyên mezin li Kurdistanê de tişteke gelek baş û girînge, lêbelê di her projeyeke mezin de girîngî dan bi birêvebirin û berdewam kirina cîhbicîh kirina proje û xizmetgozariyan jî gelek girînge.
