• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê Pêşwaziya Kompaniyên Almanî Dike

Gulan Media April 15, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê Pêşwaziya Kompaniyên Almanî Dike
Evro li hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Almaniyayê yê li Hewlêrê Rulph Ulrich kir.

Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Almaniyayê û herwiha çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han hate nîqaşkirin û her du alî tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han kir.

Di berdewamiya vê civîna han de serdana Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bo Almaniya û civînên vî yên bi Rayedarên vê welatî re û herwiha serdana Nêçîrvan Barzanî bo welatên din yên Ewrûpayê hate nirxandin û Konsulusê Almaniyayê ev serdana han bi girîng wesif kir û hêvî xwest ku, ev serdana han bibe sedema destpê kirina qonaxeke nû bo peyvendiyên heyî yên di navbera Almaniya û Kurdistanê de.

Di dirêjahiya vê civîna han de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û herwiha rewşa Îraqê jî nirxandin û pişt re jî behsa peyvendiyên navbera Kurdistan û welatên Deverê de jî hatin nîqaşkirin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê amdeye bi her awayî piştgîrî û hevkariya kompaniyên Almanî yên ku, dixwazin li Kurdistanê de kar bikin bike.
Top