• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî: Welahî Ez ê Cîhanê Ser û Bin Bikim

Gulan Media April 14, 2013 Nûçe
Malikî: Welahî Ez ê Cîhanê Ser û Bin Bikim
Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî dibêje ku daxwaza amadebûna vî li parlemana Îraqê beşek e li kampênên hilbijartinan û gef kir ku eger ew biçe parlamenê, wê gelek tiştan eşkere bike.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona El Îraqîye, Malikî got “welahî ez ê cîhanê ser û bin bikim eger biçime parlemanê.”

Serokwezîrê Îraqî, yê Şîe, dibêje ku ew jiber parastina niştîmanî ya welatî hinek pirsan eşkere nake. Wî got eger wan pirsan eşkere bike, hem li parleman û hem jî li welatî şer çêdibe.

Hevdem, Cîgirê Serokkomarê Îraqî Tariq El Haşimî, yê Sunnî, got ku Îraq di bin desthilata Nûrî El Malikî niha gef e jibo parastina niştîmanî ya Ereban.
Top