Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê berê yê Wezîrê Derve û Endamê Lîjneya Pêwendiyên Derveyê Parlemena Îtalya kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî û serdana Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand: Îtalya bi hurî çavdêriya guhertinên Iraqê dike, ew pêşketin jî li ber çave, ku li Herêma Kurdistanê pêkhatine, ku guzarişt li çîroka serketina Kurdistanê dikin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan, behsa li tengasiyên Iraq û metirsiyên serhildana dîktatorî kir û şanda mîhvan jî li helwesta Herêma Kurdistanê beramber tengasiyan agahdar kir û ragihand: Herêma Kurdistanê bi tu awayekî razî nabê pêvajoya siyasiya Iraqê bi li rê de bê birîn û prensîpa tewafuq û şirîkiya rasteqîne bête binpêkirin.
Her pêwîst bi nakokî û tengasiyên Iraqê birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê li nakokî û milmilanêya eşîrî de ne aligire, lê belê aliyekî milmilanêya siyasiya welate. Ji bo wê yekê eger prensîpa tewafuq û şirîkiya rasteqîne ne çespa, Herêma Kurdistanê bîr li bijardeyeke din dike.
Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo aramî û demokrasiya Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo serxistina pêvajoya aştî li Tirkiyê de destxweşiyê li rola Serok Barzanî kir.
Li mijareke din de behsa pêwendiyên di navbera her du aliyan hate kirin û endamê lîjneya pêwendiyên derveyê Parlemena Îtalya hêviya zêdetir pêşxistina wan pêwendiyan, bi taybetî li warê aborî û veberhênanên hevbeş û hatina kompanyayên Îtalyayê xwest.
