Aysel Tugluk: Yekitiya kurdan a neteweyî şert e
Di bin banê KCD’ê de “2’emîn Civîna Jinên Kurd” li avahiya KCD’ê dest pê kir. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Berdevka Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (TJAD) Fatma Kaçan, Endama Meclisa Daîmî ya KCD’ê Fîlîz Bedirhanoglu jî tevli civînê bûn.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Aysel Tugluk ve hate kirin. Tuglukê bi bîr xist ku bi pêvajoya aştî û çareseriyê di pirsgirêka kurd de gihiştine merheleyeke girîng û bal kişand kurd bi fersendeke dîrokî re rû bi rû ne. Tugluk, destnîşan kir heke îro li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, PKK’ê re muzakereyan dest pê kiribin, ev bi saya têkoşîn û berxwedana bêhempa ya gelê kurd e û wiha got: “Kurdan ji bo hebûn, azadî û nasnameya xwe bedelên pir mezin dan. Bedelên herî giran jî jinên kurd dan. Daxwaza me bi tenê sitendina mafên me ye. Em dixwazin bi awayeke azad û bi rûmet bijîn.” Tugluk, da zanîn tu kes di sifreya zêr de mafên kurdan teslîm nake û got ew ê bi têkoşîna xwe, bi rêxisitnbûna xwe mafên xwe bi dest bixin û banga yekitiya neteweyî li kurdan kir. Tugluk, nêrîna xwe wiha vegot: “Di Newrozê de Birêz Ocalan bi şeklê manîfestoyê bangek kir. Di vê bangê de hate gotin ev bidawîkirina têkoşînê nîn e, ev destpêka têkoşîneke nû ye. Têkoşîna çekdarî bi dawî bû û têkoşîna bê çek, têkoşîna siyasî dest pê dike. Di şert û mercên wiha de avakirina yekitiya kurdan a neteweyî êdî şert e.”
Aysel Tuglukê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ji bo muzakere û diyalogan hin sîwan hatine avakirin û ji ber kêmbûna jinan a di van sîwanan de rexneyên giran kir. Tugluk, got naxwazin jinan di pêvajoyên muzakereyê de weke aktor bibînin û da zanîn di muzakereyên ku jin tê de tunebin de aştî û çareseriyeke rastîn dernakeve. Tuglukê, aşkera kir ew ê di vê civînê de hewl bidin ji bo muxatabiya jinan sazî û birêxistinbûneke din derxin holê.
Rudaw
