Hemû Rêveberên CHP’a Solxanê Îstifa Kirin
Serok û hemû rêveberên CHP’a Solxana Çewlikê, bi hinceta ku navenda partiya wan piştgirî nade pêvajoya aştî û çareseriyê ji partiya xwe îstifa kirin. Serokê CHP’a Solxanê Ertan Turgut, derbarê îstifaya xwe de daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê. Turgut, bal kişand 30 sal in li Tirkiyeyê şer, pevçûn, tundî, zilm û zordariyeke mezin heye û divê hemû kes piştgirî bide bidawîkirina van pirsgirêkan. Turgut, wiha got: “Em piştgirî didin pêvajoya ku tirk û kurd di nava biratiyê de bijîn. Ev xeyala me ya herî mezin e.”
Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler jî di mehên borî de gotibû “Nabe tirk û kurd wekhev bin” û li hemberî parastina bi kurdî nerazîbûn nîşan dabû. Ji ber van gotinên neteweperest parlamenterê CHP’ê yê Semsûrê Salîh Firat ji partiya xwe îstifa kiribû û piştre derbasî AK Partiyê bibû.
