• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî: Heger Ez Çûbam Parliyamentê Da Hemû Tişt Bidawî Bihê

Gulan Media April 13, 2013 Nûçe
Malikî: Heger Ez Çûbam Parliyamentê Da Hemû Tişt Bidawî Bihê
Serokê wezîrên Iraqê Nurî Malikî ragihand, ku ew ji ber têkneçûna rewşa siyasîya welat neçûye parliyamentê.

Malikî di dîdarekî de bi telefiziyona Eliraqîye re ragihand, ku hevpeymanîya Niştimanî daxwaz ji wî kiriye ku neçe parliyamentê, ji bo ku rewşa siyasîya welat têkneçe.


Malikî weha jî da zanîn, ku heger ew çûba parliyamentê da hemû tiştekî aşkira bike û da şerr di nava parliyamentê de çêbibe.


Malikî weha jî da xuyakirin, ku ew ji prosesa siyasî ditirse, ji ber ku ew çûba parliyamentê da hemû tişt bidawî bihê. Weha jî got, ku heger ez ber bi parliyamentê ve çûbam lîst li nîk min hebû ku destê hinek kesan di teqînan de hebûye.
Top