Li Beqûbeyê 49 Welatî Bûne Qurbanî
Çavkaniya han eşkere kir ku, di encama teqîna bombeyekî ku, Mizgefta Omer Bin Ebbdulezîz a li Bajarokê Kenan li Beqûbeyê de kiribû armanca xwe 12 welatî canê xwe ji dest dan û 37 welatiyên din jî birîndar bûn.
Çavkaniya han diyar kir ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
