• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ehmedînejad çû Sine

Gulan Media April 13, 2013 Nûçe
Ehmedînejad çû Sine
Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad serdana bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê kir. Hat gotin Ehmedînejad ji bo vekirina hinek projeyan serdana bajêr kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa Fars a îranî, serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad piçekî beriya niha serdana bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeyê Ehmedînejad li balafirgeha Sine ji aliyê parêzgarê eylaeta Kurdistanê Elîriza Şehbazî û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Di nûçeyê de hat gotin Ehmedînejad di serdana xwe de bo eyaleta Kurdistanê dê projeyên bendava Gran li Merîwanê, bendava Zêwê li Kamyaran û santrala hilmê ya Sine veke, her wiha 10 hezar xanî û avahî dê bi ser xelkê deverê de dabeş bike.

Di serdana Ehmedînejad bo Sine de ku yek roj e, wezîrên rêk û bajarwanî, enerjî û cîgirê yekem ê serokomarê pê re ne.

Rudaw
Top