Li Silimanî Partiyên Kurdî Bi Luis Alaya Re Civiyan
Di vê civîna han de ku, hijmareke partiyên biyanî jî têde beşdarbûn meseleya çawetiya damezrandina komîteyek bo doza Kurd di nava Sosial international de hate giftûgokirin û behsa girîngiya damezrandina komîteya han jî hate kirin.
Her di çarçoweya vê civîna han de Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand ku, armanc ji damezrandina komîteyeke taybetî bo doza Kurd ji aliyê Sosial internationala Cîhanî ve berfire kirina çarçoweya doza Kurd li ser astê Cîhanê û herwiha kom kirina piştgîtiya Cîhanî bo çareser kirina aştiyane a doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye.
