Wezîrê Berê Yê Derve Yê Îtaliyayê Serdana Nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê Kir
Di civîneke de behsa girîngiya rola Kurdistanê li Îraqê û Deverê de hate kirin û siyasetên hekîmane yên Serokatiya Kurdistanê bo çareser kirina kêşe û aloziyên heyî bi girîgn û serkeftî hatin wesifkirin.
Di berdewamiya vê cîvina han de behsa peyvendiyên heyî yên din navbera Îtaliya û Kurdistanê de hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Li hember de jî Berbijarê postê Sekreteriya Natoyê soz da ku, eger bibe Sekreterê Natoyê vê demê peyvendiyên navbera Kurdistan û Natoyê gelek bihêz bike.
Berbijarê Postê Sekreteriya Natoyê ev yek jî diyar kir ku, vê di wan rojên pêşiya me de serdana Kurdistanê jî bike û bi Rayedarên Kurdistanê re bicive.
