• Tuesday, 10 February 2026
logo

PDK Û YNK Bersifa Opozisyona Kurdistanê Dan

Gulan Media April 12, 2013 Nûçe
PDK Û YNK Bersifa Opozisyona Kurdistanê Dan
bi weşandina daxuyaniyeke hevbeş Peyvdarên her du Mekteb siyasiyên partiya demokrata Kurdistanê û Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bersifa daxuyaniyên opozisyona Kurdistanê lid or meseleya Serokatiya Kurdistanê dan.

Di vê daxuyaniya han de hatiye gotin ku, duhê Peyvdarê opozisyonê di presskonferansekî de bi awayekî raya giştî ya Kurdistanê têgehandiye ku, armanca serdana heyeta PDK û YNKê bo cem wan bi mebesta dirêj kirina dema Serokatiya Kurdistanê bûye, ev di demekî deye ku, hin aliyên opozisyonê bo xwe daxwaza dirêj kirina dema erkdariya Serokatiya Kurdistanê kiribûn.

Tişta rast ewe ku, PDK û YNK li gorî berpirsiyartiya xwe ya Dîrokî û bi armanca parastina yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û parastina demokrasî û rewşa Kurdistanê bi awayekî cuda serdana her sê aliyên opozisyonê kirine û di derbarê çendîn meseleyên girîng de giftûgo kirine ku, meseleya Serokatiya Kurdistanê jî yek ji wan bûye.

Em weke PDK Û YNK piştir me bihevre giftûgo kiriye û pişt re serdana wan aliyan kiriye û lê belê em li benda vê yekê bûn ku, dûr ji çavên mîdiyayê em bersifa xwe bigrin lêbelê aliyên opozisyonê bi armanca propagendeya hilbijartinan dest bi karê xwe kir lewre em hevce dît ku, di vê derbarê de raya giştî ya Kurdistanê agehdar bikin.

- Cenabê Serok Baranî daxwaz nekiriye û nake ku, dema erkdariya vî were dirêjkirin.

- PDK û YNK di vê derbarê de nêrînên xwe yên taybetî hene û bo ketine nava prosesa hilbijartinan çendîn meseleyên girîng bi awayekî demkratîk zelak kirine.

- PDK û YNK di derbarê wan meseleyan de ku, rehendeya wan ya nîştimanî heye girêdayî bi prensîbên qanûnê ne.
Top