• Tuesday, 10 February 2026
logo

Heyeta Kurdistanê di sêyem roja serdana xwe ya bo dewletên yekgirtiyên Amerîkayê

Gulan Media April 12, 2013 Nûçe
Heyeta Kurdistanê di sêyem roja serdana xwe ya bo dewletên yekgirtiyên Amerîkayê
Di sêyem roja serdana xwe ya bo Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê de, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Qubad Talebanî pêk tê, çend civîn û dîdar digel nawendên hizirî, mediyayê û dostên gelê kurd pêkanîn.

Şandeya herêma Kurdistanê digel Barbara Leif û Bret MacGork cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk civiya. Di civînê de behsa pêşhatên pêvajoya siyasiya Îraqê, asteng û sedemên serîhildana kirîza siyasiya Îraqê û alozbûna pirosesa siyasî û bilindbûna dengê nerazîbûnê li piraniya deverên Îraqê li dijî hikûmeta Bexdayê hat kirin û daxwaz ji îdareya Amerîkayê hat kirin ku, di çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê de hevkarîya aliyên siyasiyên îraqî bike û ji bona baştirkirina rewşa penaberên surî alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike.

Di heman roj de şandeya herêma Kurdistanê digel konseya têkeliyên derve civiya. Di civînê de ku, hijmareke ber bi çav ya siyasetmedar, şareza û pisporên warê aborî û sermayerazandinê amade bûn, Fuad Hisên behsa rewşa siaysiya herêma Kurdistanê kir û got ku, her çiqas herêma Kudistanê beriya jinavbirina rijêma Sedam hatibû azad kirin, lê belê deh sal beriya nuha bi yekcarî ji rijêma Sedam rizgar bû. Herêma Kurdistanê di warê amnî, avadankirin û geşepêdanê de gelek ji deverên din yên Îraqê cudaye û herêma Kurdistanê mînakeke zîndî ya civaka modern, demokratîk û pêşkeftî ye.
Hisên got jî ku, mixabin Îraq nebû ew welatê berî deh salan civaka nevdewletî piştevanî lê kir û qurbanî jê re dan,

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve behsa siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya di warê têkeliyên bi cîhana derve re û teşwîqkirina sektora taybet û çewaniya modernkirina civaka Kurdistanê di hemû waran de kir. Mistefa got ku, siyseya hikûmeta Kurdistanê ya di warê avakirna têkeliyan digel welatên cîran û civaka nevdewletî siyaseteke rast û saxleme ”Em naxwaz in ji pêşkeftinên dinyayê bê par bin ji ber hindê siyaseta vekirinê ber bi rûyê cîhanê û geşkirina aborî û teşwîqkieina sektora taybeyt peyrew dike.

Aştî Hewramî jî behsa sektora enerjiyê li herêma Kurdistanê û Îraqê kir û got:

- Siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bona damezrandina pirojeyên stratejîk yên neftê li herêma Kurdistanê siyaseteke serkeftî ye. Her daxuyaniyeke hikûmeta Bexdayî li ser neqanûniya pêngavêb herêma Kurdistanê di warê neftê de dide, em red dikin, jiber ku tev karên me li gor destûra Îraqê û qanûnî ne û di berjewendiya teb xelkê Îraqê de ne.

Qubad Talebanî di axavtina xwe de behsa bernameyê hikûmeta Kurdistanê û ew warên hikûmet giringiyê pê dide bi taybetî di warê aborî, civakî û kulturî de kir.
Top