• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Qamîşlo çend topên hawanê teqiyan

Gulan Media April 12, 2013 Nûçe
Li Qamîşlo çend topên hawanê teqiyan
Hat zanîn îro danê sibê hinek tax û deverên bajarê Qamîşlo yê rojavayê Kurdistanê ratî êrişa topên hawanan hatin.

Peyamnêrê Rûdawê ji Qamîşlo ragihand, îro (12.04.2013) derdora saet 09:00, çend topên hawanê li nav bajarê Qamîşlo de teqiyan lê tu kesî zirar nedîtiye.

Li gorî agahiyan topek li dibistana Mişel Selîba li taxa Xerbî Mesakîn a bajêr ketiye û zirar daye dibistanê, her wiha çend topên din jî li nêzîkî kazxana Lazgîn Arif ketine lê zirar nedanê.

Welatiyekî ku piştî teqîna topên hawanê çûbû cihê bûyerê ji Rûdawê re got, xelk ditirse ku ev topbaran berdewam bibe.

Heta niha nehatiye zanîn ka ev êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin

hȇjaye gotine ko berȋ du heftiya bumbeyek ji aliyȇ rȇcȋmȇ li gundȇ Miftȋ li bajarȇ Hesiça ye jineke kurd ȗ mendalek kușt ȗ çend birȋndar xistin.

Beriya 2 hefteyan li gunê Miftî yê bajarê Hesekê li rojavayê Kurdistanê, di encama topbarana rejîma Sûriyê de jinek û zarokek hatibûn kuştin.

Rudaw
Top