Hevpeymanîya Niştîmanî: Kombûna Me û Fraksiyonên Kurdistanî Erênî Bû
Di beyannameyekê de nivîsîngeha Îbrahîm Ceiferî serokê fraskyina Hevpeymnaîya Niştîmanî ragihand:´´ kombûna navbera Hevpeymanîya Niştîmanî û fraksiyonên Kurdistanî birayane û erênî bûye.´´ Ceiferî herwiha tekez jî kiriye, ku çareya arîşeyên hilawîstîyan, pêywîstî ne û herwiha pêywîste jî arasteya dezgehên ragihandinî bo xolqandina doxeke guncaw bo diyalogê û danûstandinê be.´´
Ji alîyekê din ve Beha Eirecî serokê fraksiyona Ehrar (fraksiyona ser bi tevgera Sedr ve) di pêgeha taybetîya xwe ya li facebookê de nivîsîye:´´kombûna navbera fraksiyonên Kurdistanî û Hevpeymanîya Niştîmanî di doxeke birayane û erênî de hate sazkirin. Her du alî jî rêkevtin li ser wê ku bêjedanên tundên beramber hev rawestînin û xişteyek ku tê de arîşeyan li xwe bigre, bihê danîn û komîte ji bo wan bihê pêkanîn.´´
Eirecî herwiha daye xuyakirin, ku kombûnê hevdem qise di bareya diyarkirina dem bo çareya arîşeyan kiriye û biryar jî hate dan ku demjimêr 7 roja şembîya bihê dîsan kom bibin û xişte û mekanîzmek bihê danîn û pê ve pabend bin.´´
