• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parlemanterek: Dem hatiye hêzên Tirkiye ji Herêmê vekişe

Gulan Media April 11, 2013 Nûçe
Parlemanterek: Dem hatiye hêzên Tirkiye ji Herêmê vekişe
Serokê lijneya mafê mirov li parlemana Kurdistanê daxwaz ji serokayetiya parlemana Kurdistanê dike ku divê bilez kar bo wê yekê bikin û ew serbazgehên hikûmeta Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê hatine danîn bo derveyî Herêmê bêne veguhastin.

Di daxwaznameya ku ji bo serokayetiya parlemanê şandiye serokê lijneya mafê mirov I parlemana Kurdistanê Salar Mehmud dibêje: "Niha piştî pêşveçûna proseya aştiyê li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dema wê hatiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokayetiya Herêma Kurdistanê bi erkê xwe yê yasayî û niştimanî rabin, bo vegerandina ew serbazgehên Tirkiyê bo derveyî Herêma Kurdistanê."

Mehmud di daxwaznamea xwe de berdewam kiriye û weha pêde çûye: "Erkê desthilatê ewe ku helwest û biryarên parlemana kurdistanê cîbicî bike, bi taybet jî biryara jimare (37) a ku di 17/5/2003`an de hatiye ku pêwîste ew hêzane vegerin bo Tirkiyê û karê serekî yê Hikûmeta Herêmê ewe ku wê biryarê cîbicî bike."

Salar Mehmud cext li wê yekê dike ku piştî pêşveçûna peywendiyên di navbera Tirkiyê û hêzên Kurd yên Bakûrê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê, her weha peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li barê bazirganî û dîplomasî û siyasî ve tu hincetek tune ye ku ew hêz li Herêma Kurdistanê bimîne.

Xendan
Top