Hevseroka EGRK: 250 hezar Kurd koçberî Efrînê bûne
Li gor nûçeyeke ajansa Firatnewsê belavkiriye ku, penaberên mexdûr ên li herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê tu alîkariyê ji tu rêxistinên navneteweyî wernagirin.
Hevseroka Giştî ya Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed ji AFP’ê re gotiye ku: “Di roja yekem a pevçûnan de 100 hezar kes hatin. Piştî deh rojan ev hejmar gihişt 250 hezarî.”
Sînem Muhemed ku di heman demê de endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) e dibêje: “Heta niha şêniya Efrîn û derdora wê 600 hezar bû, lê niha gihiştiye 1.5 milyonê.”
Di encama topbarana ku 29’ê adarê de, li dijî taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir herî kêm 44 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û derdora 135 kes jî birîndar bûn. Hêzên YPG’ê jî li hemberî vê yekê bersiv da hêzên rejîma Sûriyeyê û di navbera rojên 1-10’ê nîsanê de herî kêm 60 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
ANF
