Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek rêxistinên taybet bi enfala Germiyan kir
Li hevdîtinê de ku Selah Delo Serokê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk Germiyan û Berpirsê Leqa 19 ê Partiya Demokrata Kurdistanê amadebûn, bi navê hemû rêxistinan raportek pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku taybet bû bi daxwaziyên zêdetir xizmetkirina kesukarê enfalkiriyan û bi jenosaydnasandina wê tawanê û anîna wan termên ku heta niha nehatine anîn. Her wiha daxwaz li birêz Serokê Herêma Kurdistanê kirin piştgîriya wan bike li hemwarkirina yasaya maf û îmtiyazata kesukarê enfalkiriyan û yarmetîdana kur û keçên enfalkiriyan li dirêjedana bi xwendinê da.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî daxwaziyên wan bi mafekî rewayê kesukarê enfalkiriyan da zanîn û soza wê yekê jî da, ku ji bo xizmetkirina wan ewê li şiyanê da bê kêmasî nakin û got: Ez bi xwe jî yek ji we me û hest bi êşên we dikim.
Di derbarê hewlên wan yê ji bo jenosaydnasandina wê tawanê Serok Barzanî balkişand li ser wan hewlan û got: Eve ji aliyê me ve ji hemû babetan girîngtire û heta niha jî berev wê yekê û li ser rêyekî dirust diçîn, karên din jî mane ku bê kirin, lê belê em li hewlên xwe de berdewam dibîn ji bo jenosaydnasandina wê keysê li asta navdewletî de.
Her li vê hevdîtinê de rêxistina wan ji bo beşdarî kirina li rêwresma bi axspardina termên enfalkiriyên Çemçemal spasî Serok Barzanî kirin, li beramberda Serok Barzanî got: Ez, ku hatim ji bo ewe bû şerefa beşdarkirina li axspartina termên wan şehîdan wergirim, dema min termê yek ji wan şehîdan hilgirt, min nedizanî kiye û navê wî/wê çiye, lê belê ji dil ve min hest dikir eve kurê mine, keça mine, xuşka mine, birayê mine yan nêzîktirîn kesê mine.
Li beşekî dinê hevdîtinê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê, ku pêwîste ew hemû karesatên li ser gelê me de hatine bi dokument bê kirin û bixine nav programên xwendinê bo ku nifşên nû agahdarî wê karesat û êşan bibin ku li pêşerojê de li ser gelê me de hatine.
Her wiha Serok Barzanî xizmetkirina kesukarê enfalkiriyan û avadankirina deverên wan bi erkekî herî li pêşê Hikûmetê zanî, ku pêwîste li asta wê tawanê bê ku li ser wan navçeyan de hatiye.
Li dawiyê de amadevanan ji bo wan xizmetguzariyên pêşkêşî kesukarên enfalkiriyan û devera wan kiriye spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî kirin.
