• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Êranê erdhej: 30 kuştî û sedan birîndar

Gulan Media April 10, 2013 Nûçe
Li Êranê erdhej: 30 kuştî û sedan birîndar
Li nêzîk wêstgehekî etomî li bajarê Boşehir ya Êranê erdhejek bi pileya 6.1 li gor pîvana rêxtir navçe hejandiye û heya niha 30 kes kuştiye û bi sedan kes birîndarbûne.

Televizyona fermî ya Êranê belavkiriye ku ew erdhej bi gorî 6.1 pile navçeya Kakî hejandiye ku 89 k.m li Boşehir dûre, desteya pîvana jiyolojiyê a Amerîkî jî belav kiriye, ew erdheja ku başûrê Êranê girtiye, bajarê Riyadê paytexta Siûdiyê jî pê hesiyaye û kompanyaya Aramko a Siûdî avahiya xwe vala kiriye.

Her weha li bajarê Dubeyî yê jî xelk bi wê erdhejê hesiyaye û piraniya avahiyên bilind hatine vala kirin.

Erdhejeke bihêz li sala 2003`an li bajarê Bam ya Êranê xist û tê de zêdetir li 32 hezar kes kuşt.

Her weha mezintirîn erdhej bi gorî 7.7 pile, ku di sala 1990`an li Êranê dabû û herêma Cîlan û Zincan girtibû ber xwe û têde 37 hezar kes kuştî û 100 hezar jî birîndar bibûn, 27 bajarok û 1870 gund jî kavil kiribû.


Xendan
Top