Lêbihorîna Navdewletî: Çîn, Îran û Iraq Sê Pileyên Yekemînên Rêzbendîya Sêdaredanê
Rêkxistina Lêbihorîna navdewletî di rapora xwe de ragiahndiye, ku nekariye ji rêjeya encamdna sizayê sêdaredanê li her yek ji welatên Misir û Surîyê dilhêsayî be, lê ragihandiye ku ew rêje heman ew rêjeya sêdaredanê ye ku evê rêkxistinê di sala 2011 de li her 6 welat tomar kiriye. Li gor evê raporê 557 kes li Iraq, Îran, Felestîn, Siûdîye, Yemen û Îmaratê sizayê sêdaredanê bi ser wan de hatiye cîbicîkirin.
Herwiha rêkxistina Lêbihorîna navdewletî di raporta xwe ya îsal de ragihandiye, ku cîbicîkirina sizayê sêdaredanê li welatên nawçeyê berdewamî heye û li her yek ji welatên Îran, Siûdîye û Yemen gelek zêde bûye û ber bi rêjeyeke metirsîdar ve çûye.
Her li gor evê raportê, Îran piştî Çînê bi pileya duyem di cîbicîkirina sizayê sêdaredanê de dihê û daye xuyakirin, ku di sala 2012 de bi fermî 314 kes li Îranê hatine sêdaredan. Di raportê de Iraq jî weke sêyemîn welat di cîbicîkirina sizayê sêdaredanê de dihêt û di sala 2012 de 129 kes li Iraqê hatine li sêdaredan.
