Serokê Sosial International Serdana Kerkûkê Kir
Di hevdîtineke de heyeta mêwan behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir û balkêşande ser rewşa Kerkûk û Deverên Kurdistanî yên ji Derveya Îdareya Kurdistanê û eşkere kir ku, ev Deverên han kirokiya kêşeyên siyasî yên Îraqê ên di navbera pêkhateyên curbicur yên Îraqê de ye.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de meseleya xizmetgozarî û pêşkeftinên elektronîkî û abûrî û hilbirînê jî hatin nirxandin û hate gotin ku, Kurdistanê di wan waran de pêşenga Îraqê ye.
