Bakûrê Kurdistanê, Aqilmendan Yekemîn Civîna Xwe li Meletiyê Çê Kir
Aqilmendên ku ji bo bajarên Serhedê hatine hilbijartin, bi şandeya xwe re li Meletiyê civîna xwe ya yekemîn pêk anîn. Serokê şandeyê Can Peker (Serokê TSEV’ê), Cîgira Serok Sîbel Eraslan (nivîskar), Sekreter Ayhan Ogan (Seroka Platforma Piştgiriya Sivîl), Ebdurehman Dîlîpak (nivîskar), Ebdurrahman Kurt (Parlamenterê berê yê AK Partiyê), Zubeyde Teker (Seroka Federasyona Malbatên Girtiyan), endamên din ên aqilmendan Îzzetîn Dogan, Serokê Giştî yê Hak-Îş’ê Mehmud Arslan û sazûmankarê platforma makeqanûna nû Mihemed Uçum jî di civînê de amade bûn.
Ji Meletiyê jî nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl tevli civîna aqilmendan bûn. Serokê şandeyê Can Peker, di axaftina xwe ya civînê de got ew ê nêrînên ji vê civînê derketine bi raporek ji Enqereyê re ragihînin. Nivîskar Sîbel Eraslan jî got ew jî weke hemû kesî dixwaze êdî xwîn bê sekinandin û wiha axivî: “Heta niha 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Ev êş û elemeke pir mezin e. Bîlançoyeke pir mezin e. Hin kes û derdor neçareseriyê weke çareserî dibînin.”
Seroka Federasyona Malbatên Girtiyan, Zubeyde Teker jî got, ku ew kurd e, elewî ye û di heman demê de sosyalîst e. Teker, bal kişand ku ew gelek nasnameyan di nava xwe de dihewîne û wiha axivî: “Em naxwazin li vî welatî tu gel û tu bawerî serdest be. Heke desthilatdariyek hebe bila ew jî desthilatdariya mirovîn, însanî be. Armanca aqilmendan tespîtkirina daxwazên xelkê yên di vê pêvajoyê de ye. Em ê bi raporek van nêrîn û daxwazên gel bi hikûmetê re, bi muxalefetê re û bi raya giştî re parve bikin.”
Yek ji aqilmendan Ayhan Ogan jî got pirsgirêka kurd û çareseriya vê pirsgirêkê, avakirina aqilmendan di ser partiyên siyasî de ye û ev pirsgirêk di esasê xwe de pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Nivîskar Ebdurrahman Dîlîpak jî da zanîn heta ku edalet û dad pêk neyê aştî jî pêk nayê û wiha şîrove kir: “Dema em hatin dinyayê me dê û bavên xwe hilnebijart. Mafê hilbijartina me ya axek, welatek, olek, meshebek tunebû. Zayenda xwe jî me bi destê xwe hilnebijartiye. Em digel cudatiyên xwe hewl didin bi hev re di nava aştiyê de bijîn û ji bo vê yekê li riyên aştiyane digerin.”
