• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şer berdewame

Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şer berdewame
Artêşa rêjîma Sûriyê bi topan û tankan û moşekan, taxên Şêx Meqsûdê bo roja 12`an e bombardoman dike û di encama topbaranê de heya niha 44 sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 135 kesên sivîl jî birîndarbûne her weha gelek xanî û avahiyên welatiyan wêranbûne.

Li gor nûçeyeke ajansa Hawarnewsê, şer û pevçûnên li navçeya Ewarêd û Mexsela Cezîrê di navbera Yekînyeên Parastina Gel YPG û hêzên rêjîma Sûriyê de berdewame. Her weha di pevçûnên şeva borî de 5 leşkerên rêjîmê hatine kuştin, 3 ji wan li Ewarêdê û 2 jî li devera Mexsela Cezîrê bûn, bi vî awayî hejmara kuştiyên hêzên rêjîmê gihîştiye 58 leşkeran.

Li taxa Eşrefiyê jî ev sê rojin di navbera lîwaya bereya Kurd û hêzên rêjîma Sûriyê şer berdewame bi taybet li navçeya di navbera artêşa gelêrî û çatrêya duyem ya taxa Eşrefiyê.

Li gor zanyariyên ajansa Hawarê, lîwaya Bereya Kurd bi dehan ji hêzên rêjîmê kuştine û du Doşka jî wêrankirine û avahiyên ku qernasên rêjîmê li ser hatibûn danîn xistine jêr kontrola xwe û her weha bi dehan şebîheyên rêjîmê jî girtine. Her weha di encama wî şerî de jî 3 çekdarên lîwaya Bereya Kurd jiyana xwe ji dest dane û 5 jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve jî hatiye ragihandin ku, hêzên Cebhet Nusra jî rê li pêşiya 10 kamyonên alîkariyê yên Desteya Bilind a Kurd girtine û nehêştine bighên ji xelkê koçberên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên berê xwe dabûn Efrîn û Kobanê.

Xendan
Top