Zêbarî: Ger rêkeftina siyasî hilweşe sereratskirin zehmete
Zêbarî di çavpêkeftinekê li gel rojnameya (Meda) ya Êraqî ragihand ku peywendiya navbera Herêmê û navendê gelekî aloze û şandeke hevpeymaniya niştimanî nameyek pêre bû, guhê xwe dan nêrîna serokayetiya Herêmê lê belê çareserî di demek kin de nayê dîtin, her weha tu hewldan bo çareserkirina aloziyê nayê dîtin.
Wezîrê derve got: "Ev hikûmet li Hewlêrê avabû, û hemû welatan tevî Neteweyên Yekbuyî nekarîn ava bikin. Lê Kurd bi serketin û karîn komî ser hev bikin û hikûmetek li gor peymana Hewlêrê dirust bikin. Biryara avakirinê jî Êraqî bûye."
Zêbarî berdewam kir û got: "Rewşa siyasî gelekî aloze û pêwîstî bi aqilbûnekî bilind ji hemû aliyên ve heye û ji hemûyan tê xwestin ku paşve vegerin, di baweriya min de hemû wê winda bikin. Eger ev rêkeftina siyasî hilweşe ji nû de avakirina wê dê gelekî bi zehmet be."
Xendan
