Li Dîmeşqê teqînek bihêz û 68 qurbanî
Li gor agahiyên ku televizyona Sûriyê ya fermî belavkiriye ragihandiye ku îro danê nîvro otombêleke bombekirî de li navçeya “Sebi Behrat” û “qada Şahbender” ya li nêzîkî panka navendî û nêzî dibîstanekê hate teqandin û tê de 15 kes hatine kuştin û 53 kes jî birîndarbûne û her wehaziyanenên madî jî gelekî mezin çêbûye.
Her weha piştî teqînê gelek ambulans û otombêlên agirkujînê jî berve cihê rûdanê ve ketin tevgerê.
Ji aliyekî din ve jî li gor jêderên herêmî hatiye diyar kirin ku teqînekî din bi bombeyê li taxa Ruknedînê hate encamp dan lê ji bilî ziyanê madî tu ziyanên din çê nebûne.
Xendan
