El-Qaîdê li Êraqê: "Cebhet Nusre" a li Sûriyê yê mene
Serokê rêxistina “El- Qaîdê” li Êraqê (Ebu Bekir Bexdadî), îro 9/4/2013`an di nameyekê de ku bi dengê xwe tomarkiriye aşkira kiriye ku dem hatiye ku ew xwe ji hemû Sûriyan û cîhanê re raghînin ku “Cebhet El- Nusre” dirêjahiya wane û parçeyekin ji “Dewleta Êraqê ya Îslamiye.”
Her weha di nameya xwe ya tomarkirî de Bexdadî pêşniyar kir ku navê “Dewleta Êraqê ya Îslamî” û “Cebhet El-Nusre” bêne yekxistin û di bin navê (Dewleta Îslamî li Êraqê û Şamê) de bixin yek.
Her weha Bexdadî di namey xwe bang li çekdarên Sûriyê kir ku hukimên Xwedê belav bikin. Hêjayî gotinê ye ku Waşîntonê jî vê dawiyê rêxistina Cebhet Nusra a li sûriyê xiste nav lîsteya rêxistinên terorîstî.
Xendan
