Serokê Herêma Kurdistanê biryar da hilbijartin li dema yasayiya xwe de birêve biçê
Piştî wê yekê ku Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan bi nivîsa hejmar 421/13 li 28.03.2013 daxwaza diyarkirina dema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê kir, îro Serokê Herêma Kurdistanê bi pişt bestina maddeya 4 û birgeya duyema maddeya 10 li yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li sala 2005 ê hemwarkirî, li nameyek da ji bo Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan, biryara Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê dema birêveçûna hilbijartinan ragihand ku divê birêveçûna wan hilbijartinan li dema yasayiya xwe de bê û li 08.09.2013 derbas neke. Wêneyek ji wê bersîvê, ji bo Parlemena Kurdistanê jî hatiye şandin.
Niha Serokayetiya Herêma Kurdistanê li benda bersîv û amadekariyên teknîkiyên Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan dike.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
08.04.2013
