Margaret Thatcher Serokwezîra Berê ya Brîtaniya Wefat Kir
Margaret Thatcher di navbera salên 1979 heta 1990 yekemîn jin bû di dîroka Brîtaniya de ku serokwezîrtîya ewî welatî bike û sê xûlan li ser yek di kêberîyên hilbijartinan de serbikeve. Thatcher ji ber siyasetên xwe yên di serdema desthilatdarîya xwe de bi jina asinîn navdar bibû.
Di dîroka Brîtaniya û cîhanê de roleke karîger û bi bandor hebûye û peywendîyeke germ û dostane li gel serokê wê demê yê Amerîkayê Ronald Rêygan hebûye û alîkarîya wî kiriye bo dawî anîna bi şerê sar û hilweşandina yekîtîya Soveiyet a caran.
