Kerry Piştgîrî Da Pêvajoya çareserîyê ya li Tirkiyeyê
Kerry pêvajoya çaresriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyê jî nirxand û di evê bareyê de got: ´´Ev pêvajoya aştiyê dibe ku jiyana Tirkiyeyê biguherîne.´´
Kerry diyar kir, ku ew piştgiriyê didin hewldanên çekdanîna PKK`ê û berdewam kir û got: ´´Ev xwîna ku bi salane dirije, dikare bi dawî bibe.´´
John Kerry herwiha di dirêjîya axavtina xwe de got: ´´Bi salane li Tirkiyê ev şer didome. Ev pêvajo bi dawî bibe dê jiyanê biguherîne. Em heyranê hewldana Tirkiyeyê ne. Em piştgiriyê didin çekdanîna PKK’ê. Biryar û cesaret divê. Ev xwîna ku bi salane dirije dibe ku bi dawî be.´´
Kerry di berdewamiya axavtina xwe de got, ku ew piştgiriyê didin siyasetên Tirkiyeyê yên derbarê Suriyeyê. Kerry basa peywendîyên Tirkiyeyê û Îsraîlê jî kir û derbarê têkiliyên navbera Israîl û Tirkiyeyê de got, ku di navbera her du welatan de pêvajoyek bi sûd destpê kiriye.
