• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge Û Konsulusê Almaniyayê Civiyan

Wezîrê Pêşmerge Û Konsulusê Almaniyayê Civiyan
Duh li Hewlêrê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya heyeteke Rayedarên Almanî bi Serokatiya Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Almaniya û Kurdistanê de kirin û behsa bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên leşkerî yên di navbera Almaniya û Hikûmeta Kurdistanê jî kirin.

Her di vê warî de her du alî daxwaza vê yekê kirin ku, pêwîste ji niha û pêde peyvendiyên han bi her awayî werin behêztir kirin.

Her di vê civîna han de heyeta Almanî amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê diyar kir.
Top