Polîtboruyên PDK û YNK li Silêmanîyê Kom Bûn
Li gor zanyarîyên PNA, kombûna îro demjimêr 11:30 pêş nîvro li baregeha polîtboruya YNK li bajarê Silêmanîyê hate sazkirin.
Biryar wiha ye, ku piştî kombûnê her yek ji Mela Bextiyar ji alîyê YNK û Fazil Mîranî ji alîyê PDK ve konfranseke rojnamevanî saz bikin û herwiha her du alî piştî kombûnê beyannameyekê jî belav bikin.
Ji alîyê PDK ve endamên polîtboruyê Fazil Mîranî, Mehmûd Muhemed, Kemal Kerkûkî û Izedîn Berwarî û berpirsê dezgeha hilbijartina PDK Xesrew Goran û Aza Hesîb Qeredaxî wek hevrêyê şandê di kombûnê de beşdar dibin.
Herwiha ji alîyê YNK ve Mela Bextiyar, Erselan Bayiz, Omer Fetah, Hakim Qadir û Refed Ebdullah endamên polîtboruyên YNK û berpirsê dezgeha hilbijartina YNK Şoreş Îsmaîl di kombûna îro de amade bûne.
