• Tuesday, 10 February 2026
logo

Heyeta Hevbeş Ya PDK Û NYKê Serdana Goran Kir

Heyeta Hevbeş Ya PDK Û NYKê Serdana Goran Kir
Di çarçoweya serdanên xwe yên ji bo aliyên opozisyonê evro li Bajarê Silimaniyeyê heyeta hevbeş ya partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê serdana navenda tevgera Goranê kir.

Piştî gehêştina heyeta han Organîzatorê tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa pêşwaziya heyetê kir û piştî merasima pêşwaziyê jî civîneke hevbeş di navbera her sê aliyan de hate sazkirin.

Di vê civîna han de çendîn babet û mijarên girîng yên girêdayî bi rewşa Kurdistanê û ya Îraqê ve hatin nirxandin.
Top